Efrîn | Çekdaran li ser qaçaxçîtiya narkotîkê serê hev kir: Kustî û birîndar hene

04 cotmeh 2022 23:43
Efrîn | Çekdaran li ser qaçaxçîtiya narkotîkê serê hev kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li Efrînê li ser bazirganiya nakotîkê-tilyakê bi hev ketin û di navbera wan de şer rû da.

Li gorî çavkaniyan, li quntara çiyayê El Ehlam ku li nêzî gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya başûrê bajarê Efrînê ye, 2 komên çekdar ên ji 'Firqeya El Hemze' li ser qaçaxçîtiya narkotîkê şerê hev kirin.

Li gorî çavkaniyan koma bi navê Hazim El Mirî û koma bi navê Ebû Cabir li ser qaxaçiya narkotîkê bi hev ketine ku ji herêmên di bin kontrola hêzên rejîma sûriyê û milîsên Îranê yên li Nibul û Zehra de hatine.

Hat diyarkirin ku di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûne.