Fermandarê çekdaran ku besdarî serê Efrînê bûbû li Libyayê hat kustin

04 hezîran 2020 20:46
Fermandarê çekdaran ku besdarî serê Efrînê bûbû li Libyayê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermandarekî komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ku di şerê dagirkirina Efrînê de cî girtibû, li Libyayê hat kuştin.

Hat zanîn ku fermandarekî bi eslê xwe tirkmen yê koma ji çekdar a Sultan Murad bi navê Ebû Hemûd, di şerê li Lîbyayê de ji aliyê hêzên General Xelîfe Hefter ve hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan Ebû Hemûd jî wekî çekdarên din ji Idlib û Efrînê, ji bo piştgiriya Hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê, ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatiye şandin.

Medya Tirkiyê belav kiriye ku cenazeyê wî fermandarê çekdaran ji Lîbyayê bo Sûriyê hatiye anîn.