Çekdaran li Efrînê 520 darên fêkî birî û kir êzing
20 rêbendan 2025 22:38
PeyamaKurd - Çekdarên girêdayî Tirkiyê yên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, li du gundan 520 darên welatiyan birîn û kirin êzing.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efîrn – Sûriyê ragihandiye ku çekdaran 500 darên berhemdar ên hinar û hirmiyan ên welatiyên gundê Kurzêlê yê Efrînê birîne ku 200 dar yên welatiyê bi navê Elî Hemo, 200 dar ên Merwan Hemo û 100 jî yên Ekrem Hemo bûn.
Hate diyarkirin ku li gundê Naza yê navçeya Şerayê jî, çekdaran 20 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Edhem Xelîl birîne.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efîrn – Sûriyê eşkere kir, ji destpêka îsal ve çekdaran 970 darên behmedar li Efrînê birîne û kirine êzing.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Çekdaran li Efrînê bi sedan darên zeytûnan birîn
28 brf 2021
Cîhan
Wesayîta çekdaran pêl ciwanên Efrînê kir: 4 birîndar
08 îln 2024
Jiyan
SOHR: Hejmara kustî û birîndarên êrîsa Rûsya gihîst 168 çekdaran
26 cot 2020
Jiyan
Çekdarên esîreke Dêrazorê bombe bi hêzên HTSê de teqand: 3 birîndar
13 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin