Ebdulganî: Pêsketin di hinartina nû ya petrolê de çêbûye

10 hezîran 2024 14:03
Ebdulganî: Pêsketin di hinartina nû ya petrolê de çêbûye

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî got, pêşketin di gihandina rêkeftinekê de li ser vegerandina hinartina petrolê pêk hatiye.

Wezîr Ebdulganî di daxuyaniya xwe ya doh (09.06.2024) de ragihandibû ku ji bo jinûve destpêkirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê, danûstandinên ligel hikûmeta Tirkiyê berdewam dikin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê tekez li ser wê yekê kir ku di danûstandinên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo rêkeftina ligel kompanyayên petrol û gazê yên li herêmê kar dikin, pêşkeftin çêbûye.

Endamê şandê Umêd Sebah doh di peyama xwe ya li ser tora civakî ya Facebookê de ragihandibû, ku wek şanda Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Petrola Iraqê Hayan Ebdulganî û berpirsên wezaretê li paytexta Bexdayê Bexdayê civiyan.

Di hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Petrolê ya Iraqê, lêçûnên kompaniyên petrolê, pirsgirêka proseya hinartina petrolê û lêçûna kompanyayên petrolê hatin gotûbêjkirin.