Wezîrên Tirk û Iraqê li ser hinartina petrolê civiyan
23 mijdar 2023 00:06
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Xeyan Ebdulxenî li Bexdayê civiyan.
Hate ragihandin ku herdu wezîr di çarçoveya Civîna Komîsyona Hevkariya Aborî ya Iraq-Tirkîyê de civîyane. Hate diyarkirin ku civîn di navbera şandên herdu welatan de li Bexdayê hatiye kirin.
Li gorî zanyariyan di civînê de, mijara ji nû ve hinartina petrola Kurdistan û Iraqê bi ser bendera Ceyhan a Tirkiyê de hatiye gotûbêjkirin ku tê çaverêkirin di dimeke nêz de dest pê bike.
Biryara Alparslan, bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Cîgirê yekem ê serokwezîrê Iraqê Muhsîn el Mendelawî re jî bicive û pirsa petrolê gotûbêj bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Parlamentoya Iraqê ji bo ji nû ve hinartina petrolê deng da
02 sbt 2025
Jiyan
Wezîrên berevaniyê yên Iraqê û Tirkiye li Ankara civiyan
14 brf 2024
Cîhan
Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya petrolê: Hîn ji Iraqê agahî nehatiye
19 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin