DYAyê endamtiya tam a Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de veto kir
19 nîsan 2024 12:01
PeyamaKurd – Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ketina Filistînê ya NYê bi temamî hat vetokirin. 12 dengên erê, 1 dengê li dijî (DYA) û 2 jî bela bûn.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku Amerîka wê di dengdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser daxwaza Filistînê ya ji bo qeydkirina tam a Neteweyên Yekbûyî mafê xwe yê vetoyê bikar bîne.
Di daxuyaniya ewil a ku ji aliyê rêveberiya Filistînê ve derbarê biryarê de hat dayîn de wiha hat gotin: "Vetoya DYAyê ya dengdayînê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî neheqî, bêdadî û bêexlaqî ye."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sibê dengdana Endamtiya Filistînê ya di Neteweyên Yekbûyî de tê kirin
18 nsn 2024
Cîhan
Nûnerên 15 welatên Neteweyên Yekbûyî serdana Samê dikin
27 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin