DYA: Em hêvî dikin hilbijartinên Parlamena Kurdistanê careke din neyên taloqkirin
PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina Romanowski, helwesta DYAyê ya ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê aşkere kir û got, “Em hêvî dikin ku hilbijartin ji bo demokrasiya Kurdistana Iraqê careke din neyê taloqkirin.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab doh ragihandibû ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di 20ê Cotmehê de bêne kirin.
Balyoza DYAyê ya Iraqê Alina Romanowskiyê diyar ku DYA diyarkirina roja hilbijartinan wek gaveke erênî dibîne.
Alina Romanowski ji ber hewlên wî yên ji bo encamdana hilbijartinan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ji hikûmetên Hewlêr û Bexdayê xwest ku hilbijartin bi awayekî zelal û aram bêne kirin.
“Em hêvî dikin ku hilbijartin careke din neyên taloqkirin”
Alina Romanowskiyê bi rêya hesabê xwe yê Xê bi bîr anî ku hilbijartin çend caran hatine taloqkirin û got: “Em biryara encamdana hilbijartinan wekî gaveke erênî dibînin. Em ji hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dixwazin ku zelalî û aramiya hilbijartinan mîsoger bikin. Hilbijartin heta niha çend caran hatine taloqkirin, em hêvî dikin ku ji bo demokrasiya Kurdistana Iraqê careke din neyên taloqkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin