Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em hêvî dikin ku agirbesta li Xezeyê bibe pêngava astiyê

16 rêbendan 2025 18:41
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em hêvî dikin ku agirbesta li Xezeyê bibe pêngava astiyê

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin ku peymana agirbestê ya li Xezeyê, li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir derbarê peymana agirbestê ya li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Serokatiya Herêma Kurdistanê hêvî kir ku peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de weha hat gotin:

“Bidawîkirina tundiyê, tekane rê ye ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji hemiyan re.

Em bangî  hemû aliyan dikin ku pêbendî diyalogê bin û ji bo aramî û bipêşketinê bixebitin.”