Duhok | Merasîma belavkirina pirtûka “Pêsmerge û Têkoser Mesûd Barzanî” hat lidarxistin
PeyamaKurd – Merasîma belavkirina pirtûka “Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî” hat lidarxistin.
Li gor zanyariyan, do êvarê 15ê Mijdarê li Hola Mihemed Arif Cezîrî, di bin çavdêrî û amadebûna Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, hejmarek ji fermandarên leşkerî, berpirsên hikûmet û partiyan û kesûkarên şehîdan, merasîma belavkirina pirtûka Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî (البيشمركة والمناضل مسعود البارزاني) ku ji aliyê şehîdê qehreman Raid Rukin Heyder Şehî ve hatiye nivîsandin, birêve çû.
Hat ragihandin ku ev pirtûk di rêza 33 ya çapa Parêzgeha Duhokê de ye, bi piştevaniya rasterast a Parêzgarê Duhokê Elî Tatar û bi hevahengiya li gel Rêveberiya Çap û Çapemeniyê ya parêzgehê hatiye çapkirin.
Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter di gotara xwe de silavên Serok Barzanî gihandin malbatên şehîdên Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û dayîka şehîd “Xewla Şehî” ku Serok Barzanî ew bi “Şêrejin” bi nav kiriye.
Herwiha Elî Teter bi berfirehî behsa rola şehîd Heyder Şehî, lehengiya wî û naveroka pirtûka wî kir û piştgiriya xwe ya berdewam ji bo çapkirina hemû pirtûkên ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê dikin tekez kir.
Di berdewamiyê de got: “Baştirîn wefadariya bi şehîdên Kurdistanê re, berdewamkirina rêya wan û parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi xwîna xwe parastine ye.”
Di merasîmê de belgefîlmek li ser jiyan û lehengiya şehîd Heyder Şehî hate pêşandan. Piştre Parêzgarê Duhokê yekem pirtûka bi navê “Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî” pêşkêşî dayîka şehîd Heyder Şehî kir.
Dayîka şehîd Heyder Şehî da zanîn, “Em dest ji rêya Kurd û Kurdistanê bernadin.”
Piştre çend stran ji aliyê hunermend Bêkes Nûrî ve hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de rêxistina Şeda wêneyekî hejmarek şehîdên qehreman ên şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêşkêşî Parêzgarê Duhokê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin