Du otomobîl lihev ketin û 5 kes mirin

10 sibat 2021 03:05
Du otomobîl lihev ketin û 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Antalyayê du otomobil lihev ketin û otomobîlekî ket nav erqa avê. Di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Qeza li navçeya Serikê çêbû û li ser agahdarkirina polîs û têmên tendurstiyê çûn ciyê bûyerê. Cesedên miriyan birin morga nexweşxanê û birîndarên qezayê birin nexweşxanê bo dermankirinê.

Navên kesên wefat kirine û kesên birîndar bûne navên wan nehatin ragihandin.