Li Bedlîsê mînîbus û otomobîlekî lihev ketin: 1 mirî û 4 birîndar
26 adar 2022 01:36
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê mînîbusekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû û ajotvanê otomobîlê Kevi Toksun li ciyê qezayê wefat kir. Di heman alavê de Fırat Toksun, İsmail Toksun, Ceylan Toksun û ajotvanê mînîbusê Bahattin Durmuş birîndar bûn.
Kesên di alavê de asê mabûn, ji aliyê tîmên cendirmeyan, AFAD, UMKE, 112 û îtfaiyê de hatin derxistin. Birîndaran birin nexweşxanên Bedlîsê û Tetwanê. Cenazê Kevi Toksun jî birin morga nexweşxanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Wanê otomobîlekî û mînîbus lihev ketin: 15 birîndar
25 adr 2022
Cîhan
Mînîbus û otomobîlekî lihev ketin: 1 mirî û 3 birîndar
19 brf 2021
Jiyan
Mînîbusên karkeran hildigirtin lihev ketin: 45 birîndar
10 mjd 2021
Jiyan
Mînîbusa serwîsê û jîp lihev ketin: 22 birîndar
09 cot 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin