Du balafirên B-1 yên bordûmankirinê yên Amerîkayê rabûn

14 adar 2026 05:52

Dîmenên rabûna du balafirên B-1 yên bordûmankirinê yên artêşa Amerîkî ji balafirxaneyeke Brîtanyayê rabûn.

Du balafirên B-1 yên bordûmankirinê yên Amerîkayê rabûn

RûpelNews - Balafirên cûreyê wan Rockwell B-1 Lancer ên Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ji barefirxaneya hewayî ya RAF Faîrford a Brîtanyayê rabûn.

Dîmenên balafirên bordûmankirinê ji aliyê AFPê ve hatin parvekirin. Li gorî zanyariyan ev balafir, xwedî kapasîteyên bombebarana giran û dûrmenzil in. Balafirên bordûmankirinê di dema gurbûna şerê Îranê re di operasyonên leşkerî yên Amerîkayê de têne bikaranîn.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê daxuyanî da

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey diyar kir ku balafirxaneya Faîrford yek ji du baregehên leşkerî yên li Brîtanyayê ye ku destûr daye DYAyê da ku inkeyên wê ji bo "operasyonên parastinê yên taybet ên li dijî Îranê" bi kar bîne. Ev daxuyanî di demekê de hat ku nîqaşên derbarê rola baregehên Ewrûpî di çalakiyên leşkerî yên Waşîngtonê yên li dijî Îranê de berdewam dikirin.

Trump dîmenên bombebarana Girava Hargê parve kirin

Di heman demê de, Serokê DYAyê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşên li ser Îranê de dîmen parve kirin. Li gorî agahiyan, dîmenên ku Trump parve kiribûn, kêliya bombebarankirina Girava Hargê, ku giraveke stratejîk a petrolê ya Îranê nîşan didin.

Şerê Îran, Îsraîl û Amerîkayê gur dibe. Amerîka balafirên bordûmakirinê li welatên nêzîkî Îran bicih dike.