Dr. Fevzî Avsarê mexdûrê doza 49an koça dawî kir
PeyamaKurd – Dr Fevzî Avşar ku yek ji pêşengên civakî û rewşenbîrên Kurd ên mexdûrên doza 49an bû koça dawî kir.
Bizavkara Kurd Yuksel Avşar ragihand ku xalê wê Dr.Fevzî Avşar ku yek ji pêşengên Kurd ên ji doza 49an hatibûn darizandin e, îro koça dawî kiriye.
Di 17ê Kanûna 1959an de, 49 kesayetên Kurd ên welatparêz ên bakurê Kurdistanê bi mebesta tepeserkirina doza Kurd hatibûn girtin ku weke Doza 49an tê zanîn.
Doza 49an
Di Kanûna 1959an de di derbarê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ku ligel Canip Yildirim û Yusuf Azizoglu rojnameya Îleri Yurt derdixist, ji ber helbesteke kurdî ya bi navê "Qimil / Kımıl" çap kiribû, doz hatibû vekirin.
50 pêşengên civakî û rewşenbîrên Kurd, ji ber ku piştgirî dabûn Mûsa Anter hatibûn girtin, lê belê ji girtiyan Mehmet Emîn Batu ji ber xwînrijiya madeyê jiyana xwe ji dest dabû 49 kes mabûn û piştî vê bûyerê ev doza darizandina rewşenbîrên Kurd ku Dr. Fevzî Avşar jî yek ji wan bû, wek 'Doza 49an' hatibû pênasekirin.
Di dema ku 49 rewşenbîrên Kurd 14 mehan girtî mabûn de, li Tirkiyeyê derba 27ê Gulanê pêk hatibû û ji ber vê yekê darizandina wan hatibû rawestandin. Piştî demeke dirêj, darizandin di 3ê Çileya 1961ê de ji nû ve dest pê kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin