Dr. Ciwan Mistefa: Sûrî ji bo gihistina derziyên Koronayê gelek pirsgirêkan derdixe

28 rêbendan 2021 13:30
Dr. Ciwan Mistefa: Sûrî ji bo gihistina derziyên Koronayê gelek pirsgirêkan derdixe

PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Ciwan Mistefa diyar kir, rejîma Sûrî ji bo gihiştina derziyên li dijî vîrusa Koronayê, gelek pirsgirêkan derdixe.

Li gor Dr. Ciwan Mistefa daye zanîn: “Ji bo wergirtina derziya Korona, ji Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) û belavkirina wê ji welatiyan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, rêya herî baş di rêka rêxistinên mirovî yên ne Hikûmî re ye.”

Mistefa destnîşan kiriye, ji bo rêgirtina pêş belavbûna cûreya nû ji vîrusa Koronayê, ew ê hemû tedbîrên pêşîgir bigirin û Rêvebirîya Xweser wê derziyê bê pere, ji welatiyan re belav bike.

Herwiha wî eşkere kir, li gor soza WHO di 1ê meha Tîrmehê de derzî bigihêje herêmên di bin kontrola Rêvebirîya Xweser û got: “Danûstandinên me bi Hevpeymanîya Navnetewî ya Pêşxistina Derziyan re didome û heta niha me dikaribû belavbûna vîrusa Korona kontrol bikira. Heta 26ê vê mehê, hejmara tuşbûyên Korona li herêmên di bin kontrola me de 9450 ye û 289 kesî bi Korona can nedaye.”