Ciwanê Basûrî yê li Îranê bi kêran hatibû birîndarkirin can da
PeyamaKurd – Ciwanê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê ku xwendekarê zanîngeha bajarê Ehwazê ya Îranê bû û berî çend rojan rastî êrişeke bi kêran hatibû û bi giranî birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyê can da.
Li gor zanyariyan, Beşar Fayiq Bergareyî ku xelkê qezaya Berdereş ê Herêma Kurdistanê û xwendekarê sala duyem a fakulteya Bijîşkî ya zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê yê Îranê bû, şeva 4ê Mijdarê rastî êrîşeke bi kêran ji aliyê çend kesan ve hatibû û bi giranî birîndar bûbû, piştî 4 neştergeriyan îro li nexweşxaneyê can da.
Hat zanîn ku Beşar Fayiq ji bo kirîna hin pêdiviyên rojane, roja çûbû bazarê, çend kesan rêya wî girtin û telefona wî û pere ji wî xwestin, lê wî qebûl nekir, lewma wan bi kêran êrîşî wî kirin û bi giranî birîndar kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin