Urmiye | Ciwanê 16 salî yê bi birîndarî hatibû girtin di girtîgeha rejîma Îranê de can da
PeyamaKurd – Ciwanê 16 salî yê bi navê Nîma Şefeqdost ku di xwepêşandana bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê de birîndar bûbû û bi birîndarî hatibû desteserkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku ciwanê Kurd xelkê gundê zindeşt ê bajarê Selmasê ye û di xwepêşandana çend roj berê ya Urmiyê de birîndar bûye û dema li mala xwe dihat tedawîkirin jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin û ew veguhestine girtîgehê.
Termê Nîma Şefeqdost doh Çarşemê radestî malbatê hatiye kirin ku çend roj in di bin çavan de bû.
Li gorî amarên ajansa Kurdpayê heta niha 25 kes di xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin