Doza Selahattin Demirtas îro li Enqerê tê dîtin

24 nîsan 2019 14:47
Doza Selahattin Demirtas îro li Enqerê tê dîtin

PeyamaKurd – Doza Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku ji 4ê mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî tê darizandin, îro saet 10.00an li Enqereyê tê dîtin.

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Demirtaş dê bi rêya Pergala Deng, Dîmen û Komînîkasyonê (SEGBIS) beşdarî dozê bibe û parastine xwe bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku daîreya 2yemîn a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serîlêdana Selahattin Demirtaş biryar dabû ku mafê darizandina adil ê Demirtaş tê binpêkirin û divê were berdan.

DMMEyê herweha diyar kiribû ku divê hikûmet ji bo tehlîyekirina Demirtaşî gavên pêwist biavêje.