Rûnistina doza Selahattin Demirtas hat taloqkirin

15 gulan 2024 18:32
Rûnistina doza Selahattin Demirtas hat taloqkirin

PeyamaKurd - Rûniştina doza ku Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Gelan a Demokrasiyê (HDP) Selahedîn Demîrtaş tê de tê darizandin, bi hinceta ku di axaftinên xwe de "bi eşkere bêrêziyê li hikûmeta Komara Tirkiyeyê, saziyên dadwerî, leşker an jî polîsan kiriye" hate taloqkirin.

Rûniştin ji 17ê Tîrmehê re hate taloqkirin

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş ku ji ber ji gellek dozên ku tê darizandin li Girtîgeha Tîpa F a parêzgeha Tirkiye Edîrneyê girtî ye, beşdarî rûniştina doza ku li 14mîn Dadgeha Cezayê ya Eslî ya Mêrsînê nebû. 

Parêzerê Demîrtaş  ku li Hola dadgehê amade bû, ji bo parastina rewa ya dirêj xwest ku dema axaftina wî bê zêdekirin. Piştî vê yekê  dadger daxwaza parêzer qebûl kir. Piştî axaftina parêzer Dadwer, bi hinceta ku di axaftinên xwe de "bi eşkere bêrêziyê li hikûmeta Komara Tirkiyeyê, saziyên dadwerî, leşker an jî polîsan kiriye" daniştinê ji bo 17ê Tîrmehê taloq kir.