Danisîna doza Demirtas îro li Enqerê birêve diçe
PeyamaKurd- Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş îro Sêşemê li Enqerê tê dadgehkirin û Demirtaş dikare bi rêya sîstema deng û reng (SESGBIS) beşdar bibe. Berî vê danişînê, di medyaya Tirkiye û torên civakî de gotegotek hatibû belavkirin ku tê çaverêkirin Demirtaş were berdan.
Di vê derbarê de Parêzerê Demirtaş, Mesut Ozer dûr dibîne ku di wê rojê de Selahattin Demirtaş were berdan.
Mesut Ozer ji got: “Eger di vê danişînê de biryara berdaba Demirtaş bê dayîn jî nayê berdan, ji ber ji aliyê dadgehê ve biryara misoger heye bo hiştina Demirtaş di zindanê de heta sala 2020an.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji 4ê mijdara 2016an û vir ve li Edîrneyê girtî ye û di Îlona 2018an de Demirtaş li ser dosya "propagandayaa terorê" bi 4 sal û 8 mehan hatibû sizadan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin