Dostê Erdogan ji bo avadankirina Kurdistan û Iraqê hat erkdarkirin

07 rêbendan 2019 18:38
Dostê Erdogan ji bo avadankirina Kurdistan û Iraqê hat erkdarkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezîrê berê yê Avê û Çandiniyê Veysel Eroglu ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û ji nû ve avadankirinê ya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye wezîfedarkirin.

Eroglu ku navê wî ji bo şaredariya Stenbolê jî derbas dibû, dostê Erdogan ê 25 salan e û li gor medya tirk, dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên avadankirin û avê yên Iraq û Herêma Kurdistanê kar bike.

Hêjayî gotinê ye Serokomarê Iraqê Berhem Salih demek berê serdana Tirkiyê kiribû û piştî hevdîtinê Erdogan, derbarê danûstandinên bazirganî û avadankirina Iraqê de daxuyanî dabûn.