Diyariyên Noelê li zarokên Rojava hatin belavkirin

29 berfanbar 2019 16:02
Diyariyên Noelê li zarokên Rojava hatin belavkirin

PeyamaKurd – Rêxistineke xêrxwaziyê ya sivîl diyariyên sersalê (Noel) li zarokên Rojavayê Kurdistanê yên piştî êrîşên Tirkiyê li kampan hatine bicihkirin, belav kir.

Endamên rêxistina sivîl cilûbergên Noel Baba li xwe kirin û diyarî li zarokên kampên Hesekê belav kirin.

Dîmen û wêneyên wan kêliyan jî ji aliyê Pêyamnêrê Fotoyan Delîl Suleyman ve bo Ajansa France Press (AFP) hatin tomarkirin ku kêfxweşiya zarokan radixe pêş çavan.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya kampanya “Em bi we re ne” pêlîstok û cilûberg bo zarokan hatine belavkirin.

Ev kampanya ji aliyê Kurdên derveyî welat ve tê birêvebirin ku alîkariyê didin birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê.