Dîndar Zêbarî: Em biryara parlementoya Almanya teqdîr dikin

25 rêbendan 2023 03:09
Dîndar Zêbarî: Em biryara parlementoya Almanya teqdîr dikin

PeyamaKurd – Koordînatorê nirxandina raporên rêxistinên navdewletî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku biryara komkujiya Kurdên Êzîdî ya parlementoya Federal ya Almanya teqdîr dikin. Dîndar Zêbarî ji bo rojnamevanan weha got:

“Ez gelek razîne ku Parlementoya Federal ya Almanya komkujiya IŞİD ê ya ser Kurdên Êzîdî bi sûcê komkujiyê naskiriye. Divê qatilên komkujiyê ji sûcên navdewletî bên darizandin û peymana Şengalê jî bê bicîhkirin.”

Roja pêncşema borî meclisa federal ya Almanya bi temamê partiyên xwe ve pêşniyarê kiribûn ku ji bo mijara komkujiya Kurdên êzîdî bicivin. Di encama civînê de bi yek dengî biryara komkujiyê di meclisa federal ya Almanya de hatibû dayîn.

Di civîna meclisê de mîrê Êzîdiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg, endamên meclisa rûhanî ya Êzîdiyan û şahidên komkujiyê hebûn.