Dîndar Zêbarî: Iraq fisarê li penaberan dike ku vegerin navçeyên xwe

05 nîsan 2024 11:30
Dîndar Zêbarî: Iraq fisarê li penaberan dike ku vegerin navçeyên xwe

PeyamaKurd – Rêveberê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî ragihand, Iraq fişarê li penaberan dike ku vegerin herêmên xwe.

Dîndar Zêbarî doh (04.04.2024) di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de ragihand ku li Şingalê çekdarên milîs, PKK, Heşda Şeibî û hêzên darê zorê serdest in û tekez kir ku ev hêz rê li pêkanîna rêkeftina asayîkirina rewşa Şengalê digirin.

Dîndar Zêbarî diyar kir ku komên çekdar ên li herêmê çalakiyên xwe didomînin û planên demdirêj ên mayîna li herêmê hene û rê li ber vegera penaberan bo malên xwe digirin.

Zêbarî da zanîn ku komên li herêmê hewl didin kesên ji bo tevlî Heşdî Şeibî bibin qeyd bikin, têkildarî penaberan ev tişt gotin:

"Iraq fişarê li penaberan dike daku vegerin warên xwe, lê divê veger were plansazkirin û xizmetguzarî û ewlehî ji bo deverên wan were vegerandin."