"Me weke fraksyonên Kurdistanî li hev kirin ku fisarê li Hikûmeta Iraqê bikin"
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, civîna wan ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û serokên fraksiyonên Kurdistanî yên derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û yekrêziya Kurdan li Bexdayê erênî bû.
Şaxewan Ebdullah piştî civîna xwe ya li gel fraksyonên Kurdistanî daxuyaniyek da rojnamevanan û got, “Me weke fraksyonên Kurdistanî li hev kirin ku fişarê li Hikûmeta Iraqê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan. Herwiha got: “Di heman demê de divê em hemû bergiriyê li mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bikin.”
Ebdullah diyar kir ku civîna mijara gotinê erênî bû û destnîşan kir ku pirsgirêka mûçeyê meha Tîrmehê hatiye çareserkirin û wê di rojên pêş de bê şandin.
Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir ku ew hewl didin kêşeya mûçeyên meha Tebaxê çareser bikin da ku di demeke nêzîk de ew mûçe bên şandin, Şaxewan Ebdullah tekez kir, ku dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê karê wan e.
Derbarê mûçeyên genim ên cotkaran de jî Ebdullah got, me nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şand û razî bû ku ew pere ji cotkarên Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin