Dije-terora Kurdistan: Li Hewlêrê frokeyeke bêmirov hate xistin
PeyamaKurd - Dije-terora Herêma Kurdistanê ragihand ku frokeyeke bêmirov a bombebarkirî ku hewl daye êrîşî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê ya Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bike, ji alî hêzên hevpeymanî ve li hewayê hatiye teqandin.
Di daxuyaniya Dije-terora Herêma Kurdistanê de hate ragihandin ku bûyer şeva çûyî, demjimêr di 21.07an de pêk hatiye. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku tê payîn ew frokeya bêmirov a bombebarkirî ya komên milîşe yên deryasayî ye.
Her çend berê jî li dijî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên di çarçoveya armancên Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistan, Iraq û Rojavayê Kurdistanê ne, êrîşên frokeyên bêmirov ên komên çekdar ku girêdayî rejîma Îranê ne pêk hatibin jî, piştî di 7ê Cotmehê de li Xezzeya Filistînê şerê Îsraîl û Hemasê destpê kir, hejmara êrîşên van koman pir zêde bûn.
Hêzên DYAyê jî carcaran li dijî baregehên van koman êrîşên asmanî pêk tînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin