Dije Terora Kurdistanê: Firokeyên cengê 2 dron xistin
Dije Teror a Kurdistanê ragihand ku du dron arasteyî Hewlêrê hatine kirin lê herdu dron jî hatine xistin.
RûpelNews - Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, îro saet 17.04an du dronên bombebarkirî ku ji xaka Îranê ve ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatin têkbirin û xistin xwarê.
Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku di encama xistina dronan de ti xisarên canî û madî çênebûne.
Xistina van dronan di demekê de ye ku vê êvarê bi dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê li Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand ku di encama wê êrişê de 2 kes birîndar bûne.
Her wiha çavkaniyekê ji Kampa Azadiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Koyeyê ji Rûdawê re ragihand ku vê êvarê bi dronan êrişî kampa wan jî hatiye kirin.
Ev êriş di demekê de tên kirin ku ji 8ê vê mehê ve di navbera Amerîka û Îranê de ji bo dema 2 hefteyan agirbest hatiye ragihandin.
