Dîdara MERI îro li Hewlêrê destpê dike
PeyamaKurd – Dîdara MERI ya bi sernavê “Iraq ji bo hemûyan” îro li Hewlêrê destpê dike û di dîdarê de 12 panel pêk tên û wê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Iraqê jî axaftvanên sereke yên dîdarê bin.
Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn a Lêkolînan (MERI) Dr. Dilawer Eladîn li ser sernavaê dîdarê da zanîn: “Divê Iraq bibe ya hemûyan û herkesî.”
Dr. Dilawer Eladîn eşkere kir: “Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirên wan û li gel rêveberên siyasî û herwiha ji nav Şîeyan de jî beşek ji Çarçoveya Hemahengî û Sedir jî beşdarî dîdarê dibin û ji Sunniyan jî rêveber wê di dîdarê de amade bin.”
Herwiha mijareke sereke û giring a dîdarê jî wê di saet 17:25ê êvarî bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve birêve biçe û ew jî bi sernavê “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi paşerojê ve” ye û wê di derbarê stratejî, astengî û derfetan de biaxive.
Hat ragihandin ku wê dîdara MERI îro û sibê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin