13. Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê destpê dike

11 adar 2023 14:22
13. Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê destpê dike

PeyamaKurd – 13. Festîvala Azadî û Newrozê ku wê çalakiyên curbecur bên lidarxistin, îro li Hewlêra paytext destpê dike.

Hewlêr di 11ê Adara 1991ê de bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji destê rêjîma Baas hat rizgarkirin. Herwiha salroja Peymana 11ê Adarê ye ku di sala 1970ê de di navbera serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin. Vê peymanê hikûmeta Iraqê mecbûr kir ku bi saya serkeftina Şoreşa Îlonê ya bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî mafên Kurdan nas bike.

Cejna Azadî û Newrozê bi salan e li Hewlêra paytext tê pîrozkirin, ji ber ku 11ê Adarê di dîroka Kurdan de cihekî girîng digire.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ew ê bi vekirina peykerê Xece Bawe ku sembola azadiya Hewlêrê ye, destpê bikin.

Qeymeqam Xoşnaw diyar kir, li festîvala îsal jî pêşandanên curbecur hatine zêdekirin û destnîşan kir, wê çalakiyên li ser çand, wêje, dîrok, xweza û werzîşê jî bên lidarxistin.