Li Hewlêrê serbazekî Amerika canê xwe ji dest da
Artêşa Amerîkayê ragihand ku leşkerekî Amerîkî di dema rahênaneke hevbeş de ligel Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê li Bingeha Hewayî ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye. Ev daxuyanî rojek piştî wê yekê hat ku hatibû ragihandin ku leşkerekî Brîtanî di heman rahênanê de jiyana xwe ji dest dabû.
RûpelNews -
Di daxuyaniyeke ku li ser platforma X ê ya Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, (DYA) hate weşandin de, hate destnîşankirin ku bûyer di 31ê Gulanê de qewimiye û ku lêpirsîna derbarê bûyerê de, ya ku di dema rahênaneke bi beşdariya leşkerên her du welatan de pêk hatiye, berdewam e.
Desthilatdarên Amerîkî û Brîtanyayê derbarê sedema mirina leşkeran de hûrgilî parve nekirin. Artêşa DYAyê diyar kir ku nasnameya leşkerê ku jiyana xwe ji dest daye, piştî ku malbata wî bi awayekî fermî were agahdarkirin, dê were eşkerekirin.
Amerîka mayîna xwe ya li Herêma Kurdistanê diparêze
Bûyer di demekê de qewimî ku Amerîka hêdî hêdî amadebûna xwe ya leşkerî li Iraqê kêm dike. Lêbelê, hêzên Amerîkî amadebûna xwe li Herêma Kurdistanê didomînin.
