Di Yariya Kûpaya Super a UEFAyê de Liverpool bû sampiyon

15 tebax 2019 10:19
Di Yariya Kûpaya Super a UEFAyê de Liverpool bû sampiyon

PeyamaKurd - Di Yariya Kûpaya Super a Federasyona Futbolê ya Ewropayê (UEFA)  ku duh li Stenbolê di navbera Chelsea û Liverpoolê de hat leyistin, bi encama 2-2  bi encam bû. Piştî avêtina penaltiyan Lîverpol 7-6 bi ser ket û bû şampiyon.

Di Yariya Kûpaya Super a UEFAyê de Lîverpoola ku di lîgaŞampiyonan de bûbû şampiyon û Chelsea ku bûbû şampiyonê Yariya Lîga Şampiyonên Ewropayê hatin pêşberî hev.

Pêşbirk li Stenbolê, li Vodafone Parkê hat leyistin û Liverpool bi Adrian, Gomez, Matip, Van Dijk, Robertson, Milner, Fabinho, Henderson, Oxlade-Chamberlain, Mane û  Muhammed Salah derket sehayê.

Chelsea jî bi van futbolîstan derket sehayê: Kepa, Azpilicueta, Zouma, Christensen, Emerson, Kante, Kovacic, Jorginho, Pulisic, Pedro û Giroud.

Di yariyê de Stephanie Frappart a frensî hakemtî kir ku ev cara yekem e de fînala UEFAyê de jinek dibe hakema yekemîn.

Yariya Kûpaya Super a UEFAyê de  ku di navbera du tîmên îngilîzî de, di navbera Chelsea û Liverpoolê de hat leyistin, di dema asayî de 2-2  bi encam bû.

Piştî avêtina penaltiyan liduhev Lîverpol 7-6 bi ser ket û bo cara çaremîn bû şampiyonê Kûpaya Super a UEFAyê.