Di roja cejnê de êrîs birin ser Qesra Serokkomariyê
PeyamaKurd – Di roja Cejnê de rêxistina Talîbanê bi moşekan êrîşî qesra serokkomariyê ya Efxansitanê kir.
Hat ragihandin, ku çekdarên Talîbanê îro bi moşekan êrişî Qesra Serokkomariyê ya Efxansitanê kir. Di dema êrîşê de Serokkomarê wî welatî Eşref Ganî peyama pîrozbahiyê ya Cejna Qurbanê dixwend û ji ber êrişê neçar ma û peyama xwe nîvco hişt.
Rêxistina Talîbanê ku duh 170 kes revandibûn û 20 kes jî dîl girtibûn, tevî hemû bangên agirbestê jî êrîşên xwe yên li dijî Efxanistanê di roja cejnê de jî berdewam dike.
Emniyeta Efxanistanê ragihand ku tu kes di wan êrîşan de birîndar nebûne û hat eşkerekirin ku 2 ji wan êrişkaran hatine kuştin û lêgerînên ji bo dîtina êrişkarekî berdewam dikin.
Herwiha hat diyar kirin ku hinek ji wan moşekan ketine nêzikî baregeha NATO û konsolxaneya Amerîka ya li Kabîlê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin