Balafirên hewayî yên Îsraîlê êrîsî girseya cenazeyan a Serîeya Rojava kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di dema merasîma cenazeyê Filistînîyekî ku di êrîşa Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Balata ya li bajarê Nablûsa Şerîeya Rojava ya dagirkirî de jiyana xwe ji dest da, ji balafireke bê mirov a Îsraîlê bombe hat avêtin kuştin an birîndar kirin.
Li gorî şahidên li herêmê, balafireke bêmirov a Îsraîlê ku li ser Kampa Penaberan a Balata ya li rojhilatê Nablusê difiriya, bombeyek avêt ser kesên beşdarî merasîma cenazeyê Ehmed El Haşaş a Filistînî bûn.
Ji ber bombeya ku avêtin goristanê neteqiya, piraniya beşdarên merasîma cenaze ji ber panîkê neçar man cihê merasîmê terk bikin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat îdiakirin ku li Kampa Penaberan a Balatayê ji bo "komeke çekdar belawela bike" êrîşeke bi balafirên bê mirov hatiye kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê doh ragihandibû ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Balatayê de Ehmed El Haşaş ê 42 salî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin