Di Pirtûkxaneya Nistimanî ya Yûnanîstanê de besek taybet ji bo pirtûkên Kurdî tê vekirin
01 tîrmeh 2021 13:33
PeyamaKurd – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Kurdistanê diyar kir, Hikûmeta Yûnanîstanê razî bû di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yûnanîstanê de, beşek taybet ji bo pirtûkên Kurdî were vekirin.
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Kurdistanê da zanîn, piştî xebatek dirêj me Hikûmeta Yûnanîstanê razî kir da ku beşa pirtûkên Kurdî di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yûnanîstanê de were vekirin.
Wezaretê bang li nivîskarên Kurd kir, berhemên xwe wek pirtûk û CD ji wan re bişînin da ku cihê xwe di pirtûkxaneya niştimanî ya Yûnanîstanê de bigrin.
Bi gotina Wezaretê, ev dibe derfetek da ku pirtûkên nivîskarên Kurdistanê di asta navdewletî de jî were nasîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî: Silêmanî beseke ezîz a Kurdistanê ye
14 mjd 2025
Magazîn
Çi taybetmendiyên Yadgeha Nistimanî ya Barzanî hene?
11 gln 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin