"Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek nêzîkbûn çêbûye"

11 rêbendan 2023 15:04
"Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek nêzîkbûn çêbûye"

PeyamaKurd Serkirdeyekî Tevgera Hîkme ya Iraqê diyar kir, mûçeyên Pêşmerge, karmendên din ên Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendên Kurdistanê yên nehatine xerckirin, di projeyasaya budceya Iraqê de hatine bicihkirin. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek nêzîkbûn çêbûye û dê di rojên pêş de bigihin rêkeftineke dawî.

Li gor Serkirdeyê di Tevgera Hîkme de Ehmed Îsawî ji K24ê re eşkere kiriye: “Li gorî Wezareta Darayî, îsal Iraq dibe xwediyê budceya herî mezin a dîroka xwe de û dikare ji bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî, derfetên kar û tayînkirinan bê bikaranîn.”

Di berdewamiyê de gotiye: “Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser budceyê de, ev nakokî dirêj dewam nakin, ji ber gelek rêkeftin û nêzîkbûn di navbera wan de hene û rêkeftin li ser petrol û gaz û warên din heye. Mûçeyên Pêşmerge û karmendên din û mûçeyên Herêma Kurdistanê yên nehatine xerckirin, di proje yasaya budceyê de hatine bicihkirin. Rêkeftina dawî dê di çend rojên bê de were kirin. Di rojên bê de şanda Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dê serdana Bexdayê bike, budce jî di dema xwe de wê were derbaskirin û nayê paşxistin.”

Ehmed Îsawî di berdewamiyê de destnîşan kiriye: “Ev kabîneya niha ya hikûmetê tekezî li ser çareserkirina hemû kêşeyan li gel Hewlêrê dike, ji wan jî pirsa budceyê.  Ez ji nêzîk ve agahdar im, pişka herêmê dê di navbera %12 heta 17% be û bi baweriya min wê li ser rêjeya 15 % em ê bigihîn rêkeftina dawî.”