Iraq: Di babeta petrolê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de koordinasyona herî bas heye

29 tîrmeh 2021 02:33
Iraq: Di babeta petrolê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de koordinasyona herî bas heye

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Îhsan Abdulcebar behsa arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser petrolê kir û got; di babeta petrolê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de koordinasyona herî baş heye

Wezîr Îhsan Abdulcebar bo televizyona El Hurre axifî û got ku berê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de li ser petrolê û xaza xwezayî pirsgirêk hebûn lê niha têkiliyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê zahf başin.

Abdulcebar ragihand ku di navbera hukumetên Hewlêrê û Bexdayê de dayînûsitendin dewam dikin û xwest ku ev yek her berdewam be, ne demkî be.

Di dewama axaftina xwe de wezîr got ku berya her tiştê divê rêvebiriya Bexdayê pêdiviya petrolê û xazê ya nav welat temin bike û paşî petrolê bifroşe derveyê welat.

Abdulcebbar, li dijî gotinên ku Çîn mudaxeleyê karê wezareta petrolê ya Iraqê dike derket û mijarê red kir.

Wezîr got ku plana dewletê heye da hukumeta Iraqê enerjiya xwe hilberîne û weka dewletên dinyayê Iraq jî dixwaze hawirdorê xwe biparêze.