Di navbera Çîn û Kurdistanê de fûareke bazirganî ya online tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wî di navbera bazirganên Çînê û Herêma Kurdistanê de fûareke bazirganî ya online bê lidarxistin.
Balyozxaneya Çînê ya Hewlêrê ragihandiye ku Çîn girîngiyê dide pêwendiyên siyasî, çandî, aborî û bazirganî û ragihand, wê di navbera rojên 23-27ê Mijdarê de, bi beşdariya bazirganên herdu aliyan herêma Zhejiand û Herêma Kurdistanê fûareke bi rêya vîdyo konferansê ya bazirganî li dar bixin.
Hat ragihandin ku wê di fûara navborî de saziyên bazirganî yên Kurdistan û Bexdayê û balyozxaneya Çînê ya Hewlêrê jî beşdariyê bikin.
Hat diyarkirin ku di fûarê de wê kelûpelên mobîlya, derman, avadankirin, enerjî, berhemên dayik û zarokan, kelûpelên bazarê, xurek, maşîneyên xurekan, parçeyên erebeyan û parçeyên maşîneyên endustriyê werin pêşandan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin