Sêyemîn Pêsengeha Bazirganî ya Online di navbera Çîn û Kurdistanê de tê lidarxistin
PeyamaKurd - Di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de Sêyemîn Pêşangeha Bazirganî ya online tê lidarxistin ku nêzîkî 200 kompanî tê de beşdar dibin.
Pêşengeha Bazirganî ji ber belavbûna vîrusa koronayê bi rêya online birêve diçe.
Beriya niha du pêşangehên bazirganî yên online di navbera Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê ya Şaxa Hewlêrê û rêxistina bazirganî ya KAC Expo ya Çînê de bi hemahengiya Konsulgeriya Komara Çînê ya li Hewlêrê hatin kirin û niha jî amadekariya lidarxistina sêyem pêşangehê tê kirin.
Sêyemîn pêşangeha online a di navbera bazirganên Kurdistan û Çînê de bi beşdariya nêzîkî 120 kompaniyên Çînê û 80 kompaniyên xwemalî birêve diçe.
Lidarxistina pêşangehên bi vî rengî ji bo berdewamiya pêwendiyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê ye û ji bo bihêzkirina danûstandina bazirganiyê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin