Deriyekî bazirganî di navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê de vekirin

14 nîsan 2022 01:15
Deriyekî bazirganî di navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê de vekirin

PeyamaKurd – Parêzgehên Hewlêr û Urmiye peymanekî girêdan û di navbera her dû perçên Kurdistanê de deriyekî nû yê bazirganiyê vekirin. Li ser mijarê berdevkê deriyê Hacî Umranê Sîrwan Huseyîn ragihand ku berê di navbera her dû herêman de du derî hebûn û ji bo deriyê nû jî ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Li gor peymana di navbera parêzgehên Hewlêr û Urmiyê ya di 22 yê sibata 2022 an, li gor xala 12 em biryara vekirina deriyê sêyem dabûn da di navbera Hacî Ûmran û Pîranşehrê de bê vekirin.

Bi vekirina derî re armanc ew e ku xebatên bazirganî bileztir bibin û ji bo karsaz û geştûguzariyan hêsanî çêbibe. Îro biryar hat bicîhanîn û deriyê sêyem vebû.”

Berdevk Huseyîn ragihand ku wê derî tenê ji bo di navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê de ji bo bazirganiyê, îtxalat û îxracatê bê bikaranîn.

Deriyê Hacî Umran yê navdewletî di sala 2008 an de bi fermî hatibû vekirin û li navça Çomanê ye.