Di navbera Brîtanya û Fransayê de peymana koçberan hat îmzekirin

29 mijdar 2020 18:02
Di navbera Brîtanya û Fransayê de peymana koçberan hat îmzekirin

PeyamaKurd – Di navbera welatên Brîtanya û Fransayê de, li ser pêşîgirtina koçberên qaçaxî li peravên bakur û rojavayê Fransayê û ewlehiya sînorên deryayî peymanek hat îmzekirin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku di çarçoveya peymana ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Brîtanya Pirtî Patel û Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin hatiye îmzekirin de, wê li peravên Fransayê dewriyeyên ewlehiyê bêne kirin û hejmara efserên deryayî jî were zêdekirin.

Hat ragihand ku mebesta vê peymanê rêgiriya derbasbûna koçberên qaçaxî ji ser deryaya Manşê bo herdu welatan e.

Patel daye xuyakirin ku di sala 2020an de rayedarên Fransî rê li ber hatina Brîtanyayê ya 5 hezaran koçberan girtine û wan jî ji bo têkoşîna dijî koçberan 150 milyon pound daye Fransayê.