NYT: Brîtanya û Rûandayê peymana nû ya koçberan îmze kir

06 berfanbar 2023 22:22
NYT: Brîtanya û Rûandayê peymana nû ya koçberan îmze kir

PeyamaKurd – Rojnameya The New Times (NYT) ya Amerîkî ragihand, Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê James Cleverly ya li Kîgaliya paytexta Ruandayê bi Wezîrê Derve Vincent Biruta re hevdîtinek kir û peymana nû ya koçberiyê hate îmze kirin.

Li gorî nûçeya NYTê di peymana nû de, plana koçberiyê ji nû ve hatiye nirxandin û aliyê dadgeha Brîtanyayê ve neyasayî dîtibûn hatine çareserkirin.

Bi peymana nû re koçberên ji bo Ruandayê têne şandin, têne asteng kirin ku ji bo welatekî sêyemîn ê jiyan û azadiya wan bixe xeteriyê re bêne vegerandin.

Bi peymana hatiye îmzekirin, hikûmeta Brîtanyayê armanc dike koçberên ku bi rêyên neqanûnî derbasî welêt dibin û mafê penaberiyê dixwazin bişîne Ruandayê.

Peyman ji bo bikeve pratîkê divê ji aliyê herdu parlementoyên Brîtanya û Ruandayê ve were pesendkirin.