Di lêpirsîna Gulistanê de wezîrê berê hat tohmetbarkirin

29 nîsan 2026 15:54

Di lêpirsîna Gulistan Doku de parêzgarê berê Tuncay Sonel ku hate girtin îdia kir ku pêvajoya anîna hevalê Gulistan ê girtî Zeynal Abarakov, ji derveyî welat û bicihkirina wî li otelekê, li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê, Suleyman Soylu hatiye kirin.

Di lêpirsîna Gulistanê de wezîrê berê hat tohmetbarkirin

RûpelNews - Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Gulistan Doku de ku ji 5ê Çileya 2020an vir de wenda ye û cinazeya wê nehatiye dîtin hin îfadeyên nû yên gumanbarê girtî Tunncay Sonel ê waliyê berê yê li Dêrsimê hat belavkirin.

Tuncay Sonel di îfadeya xwe de Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylu tohmet bar dike.

Li gor gotina Sonel, hevalê Gulistan Zeynal Abarakov ku di lêpirsînê de hatiye girtin berê bi fermana Soylu ji derveyî welêt hatiye anîn bo Tirkiyeyê li Antalyayê li otelekê hatiye bicîhkirin û mesrefên wî ji hêla Wezareta Navxweyî ve hatiye peydekirin. Sonel diyar ki qonaxên vê proseyê bi hayîdarkirina wezîrê wê demê Soylu ve hatiye kirin.

Niha di nav civak û siyaseta Tirkiyeyê de ku doza Gulistanê bi baldarî û ji nêz ve tê şopandin çav li ser Suleyman Soylu ye ku niha halîhazir parlamenterê AK Partiyê ye ka li ser van îdia û tohmetan çi daxuyanî bide?

Lêpirsîna Gulistan Doku

Gulistan Doku ya keça Kurd xwendekara zanîngeha Munzur a li Dêrsimê bû ji sala 2020an vir de wenda ye û der barê wê de ewilî wek xwekuştin lêpirsîn hatibû destpêkirin lê paşê bi berfirehkirina lêpirsînê derket holê ku wê xwe nekuştiye ew hatiye kuştin.

Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Gulistanê de parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, polêsê muhafizkarê wî jî tê da 12 gumanbar hatin girtin û ew hatin şandin zindanê.