Di Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan de Amerîka bû Sampîyon

08 tîrmeh 2019 15:41
Di Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan de Amerîka bû Sampîyon

PeyamaKurd - Di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de, ku li welatê Fransayê li dar diket, tîma Amerîkî bi ser ket û bû şampîyon.

Di yariya fînalê de, Amerîka, Holanda bi skora 2-0 têk bir û kupya şampiyoniyê wergirt.


Tîma Netewî ya Amerîkayê, di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de cara çaran dibe şampîyon û rekor di destê wê de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, tîma amerîkî heta derket  fînalê, Swêd, Îspanya, Fransa û Brîtanya têk biribû. Amerîka heman kupa di salên 1991ê, 1999an û 2015an de jî wergirtibû.