Di kabîneya nû ya Erdogan de Kurd tunene
PeyamaKurd - Wezîrên kabîneya nû ya Tirkiyê îro li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwarin ku di nava wan de vê carê hîç Kurd tunene.
Bi rêzê Fuat Oktayê Cîgirê Serokkomar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Gencan û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Ersoy, Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan hatin kursî û sond xwarin.
Ji bo merasima sondxwarinê bi tenê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li Lijneya Giştî ya Meclisê ma.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin