Di hilbijartinên Brîtanyayê de 3 Kurd bûn namzede parlementeriyê

12 berfanbar 2019 16:51
Di hilbijartinên Brîtanyayê de 3 Kurd bûn namzede parlementeriyê

PeyamaKurd -  Îro Pêncşemê li Brîtanyayê hilbijartina pêşwext birêve diçe. Di hilbijartinên vê carê de 3 hezar û 322 namzed ji bo 650 kursiyên parlamentoyê têdikoşin ku 3 ji wan namzedan Kurd in.

Di nava 4 salan de ev dibe cara sêyem ku hilbijartin li Brîtanyayê tên lidarixstin. Di hilbijartina vê carê de tê çaverêkirin ku çarenûsa BREXİTê bê yekalîkirin.

‘Rikberiya serekî di navbera Partiya Muhafizekaran a desthilatdar û Partiya Karkeran de ye’

Rikberiya serekî jî di navbera Partiya Muhafizekaran a desthilatdar û Partiya Karkeran (Labour Party) de ye, eger Partiya Muhafizekaran piraniyê bidest bixe, Brîtanya dê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, lê eger Partiya Karkeran serkevtî be, bi egereke zêde dê referandumek din li ser vekişîna ji YEyê li Brîtanyayê bê lidarxistin.

Nedîm Zehawî namzedekî Kurd ê hilbijartinên Parlemena Brîtanyayê ye ku li bajarê Stratfordê û di lîsteya Partiya Desthilatdar a Muhafizekar bûye namzed.

Feryal Clark kurdeka Bakurê Kurdistanê ye û  li ser lîsta Partiya Labour ango Partiya Kar bûye namzed.

Îbrahîm Doguş jî kurdekî Bakurê Kurdistanê ye ku ew jî li ser lîsta Partiya Kar (Labour) namzed e.

Di vê hilbijartina pêşwext a li Brîtanyayê de, 3 hezar û 322 kes bûne namzedku tenê 3 kes ji wan Kurd in. Namzedên Kurd ji bo ku biser bikevin û bibin parlamenter, pêwîstiya wan bi 22 hezar dengan heye