AFP: Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de li 'namzedekî wêrek' digerin!

28 berfanbar 2022 17:35
AFP: Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de li 'namzedekî wêrek' digerin!

PeyamaKurd Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a Fransî AFPê weşand de hate gotin hilbijêrên Kurd ên li Tirkiyeyê di hilbijartinên meha Hezîranê de li “namzedek wêrek ku piştgiriyê bide wan” digerin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye di parlementoyê de ye. Ajansê diyar kir, di bin gefa girtinê de îhtimala çûyîna hilbijartinê heye, bi bîr xist ku par bi îdiaya "têkiliya bi terorê re" li dijî HDP'ê doz hatibû vekirin û hefteya borî jî Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê xwestibû ku hesabên bankê yên alîkariya xezîneya partiyê bên astengkirin.

'Em li namzetekî wêrek digerin ku piştgiriyê bide Kurdan'

Orhan Ayaz ê ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de ji sedî 72 ê dengan bû Hevşaredarê Bismilê yê HDPê, lê piştre qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ji AFPê re axivî û got, "6 mîlyon hilbijêrên me hene û em li namzetekî wêrek digerin ku piştgiriya Kurdan bike."

Ajansa nûçeyan nivîsî ku zêdetirî 60 siyasetmedarên HDPê yên hilbijartî bi Ayaz re heman çarenûs parve kirin û diyar kir, hikûmeta AKPê siyasetmedarên HDPê bi terorê tawanbar dike û li şûna wan qeyûm tayîn dike.

"Ev sûcên terorê ji bo sûcdarkirina HDPê xizmetê dikin. PKK tevgereke gelêrî ye ku ji zilma li ser Kurdan çêbûye. Ji ezmanan derneketiye. Em çareseriyeke siyasî dixwazin. Rêyên leşkerî çareseriyê pêşkêş nakin, lê sîstemeke demokratîk pêwîst e ji bo çekan bêdeng bikin."

"Rêberên muxalefetê naxwazin bi Kurdan re bên dîtin"

Ji Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mesut Azîzoglu, diyar kir, beriya hilbijartinê hem hikûmet û hem jî muxalefet bi tirs nêzî Kurdan bûn. Azîzoglu got, "Hikûmet -hemû hikûmet ji destpêka komarê û vir ve ji Kurdan ditirsin û hemû polîtîkayên wan jî li ser vê tirsê ye. Peyama me ev e: Netirsin, em naxwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Tevî vê yekê jî serokên muxalefetê naxwazin bi Kurdan re bên dîtin, ev ji bo Recep Tayyîp Erdogan baş e."