Di hilbijartinên Brîtanyayê de 2 Kurd hatin hilbijartin
PeyamaKurd – Di hilbijartinên parlementeriyê yên Brîtanyayê namzedên Kurd Nedîm Zehawî û Feryal Clark wekî parlementer hatin hilbijartin.
Nedîm Zehawî namzedekî Kurd ê hilbijartinên Parlemena Brîtanyayê (Qralîyeta Yekbûyî) ku li bajarê Stratfordê û di lîsteya Partiya Desthilatdar a Muhafazakar bûye namzed.
Feryal Clark kurdeke Bakurê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partiya Labour ango Partiya Karkeran bûye namzed.
Partiya Jeremy Corbyn a bi navê Partiya Karkeran 191 kursî bidest xistin û bû partiya duyemîn li parlementoyê. Partiya Karkeran di hilbijartinên 2017an de 262 kursî bidest xistibûn. Di vê hilbijartina dawî de 71 ji wan kursiyan winda kirin û têkçûneke mezin jiya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin