Di Gola Wanê de cenazeyê ciwanê berî 19 rojan wenda bibû hat dîtin
29 mijdar 2021 14:05
PeyamaKurd – Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di Gola Wanê de cenazeyê ciwanê berî 19 rojan wenda bibû hat dîtin.
Îshak Çaglayanê 18 salî yê ji bo perwerdeya Quranê ji Çewligê çûbû Xelatê, roja 9ê Cotmehê ji Qursa Quranê ya Hafiziyê ya Abdurrahman Gazi derket û venegeriya.
Li gor zanyariyan, piştî agahdarkirinê hêzên ewlekariyê ji bo dîtîna Çaglayan dest bi xebatê kirin û di encama xebatên 19 rojan de, cenazeyê Çaglayan li navçeya Xelatê di nav golê de li nêzîkî peravê hat dîtin.
Cenazeyê Çaglayan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Cenazeyê ciwanê ku di Gola Wanê de wenda bûbû pistî 8 rojan hat dîtin
29 hzr 2024
Cîhan
Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin gihîst 59an
19 trm 2020
Aborî
Navenda kasûnê ya pêsberî Gola Wanê pistî 3 salan ji nû ve vebû
05 rbn 2022
Kurdistan
Ciwanên Kurd ên revandî dikin mertalên zindî
07 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin