Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin gihîst 59an
19 tîrmeh 2020 23:52
PeyamaKurd – Hejmara termên penaberên ku ji nav ava Gola Wanê hatin derxistin gihîşt 59 kesan.
27ê Hezîranê keştiyeke penaberên biyanî noqî Gola Wanê bûbû û 22 roj in lêgerîna cenazeyan berdewam dike.
Piştî ku doh 2 ji wan zarok termê 9 kesên din ji golê hatin derxistin, îro jî di encama lêgerînan de termê 5 penaberên din hatin derxistin û hejmar cenazeyan gihîşt 59 kesan.
Li gorî texmînan nêzî sed kesan di wê keştiyê de hebûn ku lêgerîna wan di 106,5 metre di bin kurahiya avê de li nêzî Grava Çarpanakê berdewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 42 kesan
17 trm 2020
Cîhan
Hejmara termên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 21 kesan
12 trm 2020

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin