Di êrişên Îranê de li Urdunê du leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dan
Di roja heftemîn ya êrişên di navbera Amerîka û Îranê de, di êrîşekê li ser binekeyeke serbazî ya Amerîkî de li Urdunê du leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dan û yek jî winda bû.
RûpelNews - Di heman demê de ku pevçûn berdewam dikirin, Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamineyî îdia kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sozên xwe yên di çarçoveya peymanê de binpê kiriye û diyar kir ku îmzeya Serokê DYAyê Donald Trump "ne derbasdar" e.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, Rêberê Îranê Mûcteba Xamineyî îdia kir ku rêveberiya Washingtonê gelek caran şertên peymana ku di navbera DYA û Îranê de hatibû îmzekirin binpê kiriye.
Di heman demê de ku Xanimeyî îmzeya Serokê DYA Donald Trump a li ser peymanê wekî "bêqîmet û ne derbasdar" bi nav kir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Garibabadî jî ragihand ku welatê wî erkên xwe yên di çarçoveya peymanê de rawestandine.
Êrîşên dualî berdewam dikin
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wê cihên çavdêriyê, binesaziya lojîstîk a leşkerî û depoyên çekan ên binê erdê yên Îranê kirine armanc.
Îranê jî, di berdêla êrîşên DYAyê de, ragihand ku wê li Kuweyt, Behreyn û Urdunê li dijî hin armancê diyarkirî operasyon pêk anîne.
Artêşa Urdunê ragihand ku çar firokeyên bêmirov ên ku ketibûn asîmana wê hatine xistin, di heman demê de artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrîşa li Urdunê de du leşkerên wê hatine kuştin û yek jî winda ye.
