Di êrîsa pasdarên Îranê de kolberek hat kustin, 3 jî birîndar bûn

09 tebax 2021 18:55
Di êrîsa pasdarên Îranê de kolberek hat kustin, 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîş komek kolberên Kurd kir ku di encamê de kolberek hate kuştin û kolberekî din jî birîndar bû. Dîsa li bajarê Pîranşarê jî 2 kolber bi êrîşa padaran birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovaan Hengawê ragihandiye ku îro Duşemê pasdarên Îranê êrîşî komeke kolberan kiriye û kolberek hatiye kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.

Kolberê hatiye kuştin Umîd Xizrî ye 47 salî ji Mehabadê ye û bavê 2 zarokan e.

Herwiha doh 8ê Tebaxê jî li çiyayên Pîranşarê pasdaran êrîşî koberan kiriye û kolberên bi navê bi navê Mihemed Çûkelî û Mihemed Husên birîndar bûne.